Bertekên li hember êrîşên rejîma Îranê li welatên cuda cuda de

.

Piştî êrîşa hovane û dûr ji mirovahî ya rejîmê Îranê bo ser bajarê Hewlêrê, li çendîn welatên cîhanê de li ber deriyê balyozxaneyêpn rejîmê xwenîşandana nerizayetiyê tê lidar xistin.

Roja Şemî 3ê Befranbarê, li demjimêr 12ê nîvro li bajarên “Berlîn, Dosêldorf, Hanovêr, Hamborg, Volsborg, Lenden, Amistêrdam, Parîs, Oslo, Hêlsînkî, Birûksêl, Kopênhag, Waşîngton, Stokholm, Atên û Jênêv”ê de rewenda Kurdî li ber deriyê balyozxaneyên rejîmê li wan bajaran de xwenîşandan li dar xistiye.

Herwisa birêveberên wan xwenînandanan daxwaz ji hemû Kurdên diyasporayê kirin ku li vê xwenîşandanê de wek erkek niştimanî û netewî, bi tenê bi alaya Kurdistanê beşdarî li vê xwenîşandanê de bikin.

Li êrîşa mûşekî û dironanî ya rêjîma Îranê bo ser xelkê medenî yê bajarê Hewlêrê 5 welatî şehîd bûn û 6 welatî jî birîndar bûne û xisreke gelek zêde ya malî bi darayî û avahiyên xelkê kevtiye.

Li çendîn bajarên Başûrê Kurdistanê de jî xelkê Kurd kiryara tirsinokane û dûr ji pirensîpên exlaqî û mirovî ya rêjîma Îranê bi taybet şehîdkirina “Jîna” ya yek salî, bi tundî şermezar kirine û xwenîşandan kirine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle