Berpirsên Pentagonê bi şandeke Wezareta Pêşmerge re civiyan

.

Berpirsên Pentagonê bi şandeke Wezareta Pêşmerge re civiyan û di civînê de li ser pirsa siyaseta niha ya têkoşîna li dijî DAIŞê û têkşikandina temamî ya wê gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyan, şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Ismaîl bi serdanekê li Amerîkayê ye û di çarçoveya serdana xwe de bi rayedarên Pentagonê re civiyane.

Heta niha jî naveroka civîna her du aliyan bi fermî nehatiye eşkerekirin.

Hat ragihandin, biryar e di çend rojên bê de jî ew şanda Wezareta Pêşmerge li Wahsingtonê hejmareke civînên din li gel berpirsên Amerîkayê pêk bînin. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle