Berpirsên PDK û YNKê li Kerkûkê: Me biryar da em li gel yek kar bikin

.

 Îro 09.01.2024ê şandeyekî malbena Kerkûkê ya YNKê serdana binkeyê baskê Kerkûkê yê PDKê kir.

Piştî civînê di kongreyekî çapemeniyê hat li darxistin û Berpirsê Malbenda Kerkûkê yê YNKê Rewend Mela Mehmûd ragehand, me peyvendiyên cîdî û baş li gel biraderên PDKê hene û îro ji bo pîrozbahiyê em hatin baskê 3 yê PDKê û wan jî bi germî pêşwazî li me kirin.

Herwaha got, serdana me bi birayane û dostane bû û peyvendiyên me dê berdewam bikin.

Ji aliyê din ve berpirsê baskê 3 yê Kerkûkê yê PDKê Mihemed Kemal jî ragehand, em bixêrhatina birayên xwe yên malbenda Kerkûkê ya YNKê dikin, ku hatine ji bo pîrozbahiyê û me biryar daye em li gel yek kar bikin.

Herwaha got, me piştevaniya xwe ji bo daxwazên rûniştvanên taxa Newrozê diyar kir ku ew xanî mulkên wezareta berevaniya Iraqê nînin û li bajarên din jî heman pirsgirêk heye û hatine çareser kirin. Ji bo wê jî pêwîste li Kerkûkê jî bê çareser kirin.’

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe