Berpirsên Amerîkî: Moşek ji ser Îranê ve bi ser Hewlêrê de hatin avêtin

.

Hejmarek berpirsên Amerîkî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re li ser êrîşa moşekî ya bi ser Hewlêrê de ragihandine ku ew moşekên li nêzikî avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê û avahiya Kurdistan24ê ketine ji aliyê Îranê ve hatine avêtin.

Berpirsên Amerîkî ji WSJê re gotine, yek ji wan moşekan jî li avahiya konsulxaneyê neketine û ti karmendekî konsulxaneyê ziyan nedîtiye.

Berpirsên Amerîkî danê zanîn, ew heta niha piştrast nebûne bê ka armanca sereke ya êrîşê ku der û çi ye û lêkolîna li ser bûyerê hîn temam nebûye.

Herwiha hatiye gotin, dibe ew êrîşa moşekî karvedanek be li hember wê êrîşa esmanî ya Îsraîlê ku roja duşema borî li Sûriyê pêk anî û di encamê de 2 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û ragihand, “Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi lêkolînê kirine.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN