Berpirsekî CHPyê heqaret li Şêx Seîd kir

.

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê BELTAŞê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHPyê Alparslan Yilmaz, bêhnweşkera otomobîlê ya bi wêneyê Şêx Seîd li odeya xwe daliqand û li ser medyaya civakî parve kir.

Yilmaz di parvekirina xwe de got "Seîd li ofîsa me li cihê ku heq dike daliqî ye".

Ev parvekirina Yilmaz ku heqaretê li kesayetiyekî Kurd dike, bû sedema nerazîbûnên tund û Komeleya Şêx Seîd bi tundî ev helwêsta berpirsê CHPyê şermezar kir.

Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat ku heman demê Serokê Komeleya Şêx Seîd e derbarê mijarê de li ser medya civakî peyamek belav kir û got dê hesabê vê yekê bipirsin.

Her wiha Firat bang li Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPyê Ozgur Ozel û parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu kir û xwest ku derbarê mijarê de daxûyaniyek bê dayîn.

Beriya niha jî Baroya Amedê diyar kiribû ku ev berhem heqaretê li xwe digre û ji bo berhevkirin û qedexekirina firotina vê berhemê gilî kiribû.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire