Berpirsê PWK-Ewropa Merd Baran Boskan: SERSALA KURDISTANÎYAN Û KURDISTANÎYÊN LI DERVEYÎ WELAT PÎROZ BE

.

Berpirsê PWK-Ewropa (Rêxistina Ewropa ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê) Merd Baran Boskan: SERSALA KURDISTANÎYAN Û KURDISTANÎYÊN LI DERVEYÎ WELAT PÎROZ BE

Me saleke bi kewandina birînên erdheja li welat derbas kir.

Êşa ji zordariya mêtingehkariyê wek salên bihurî me di sala 2023an de jî bi hemû rengê xwe jiya. Yek ji dilşadîya herî mezin ji bo me, li Amedê pêkanîna kongreya yekîtiya her du rêxistinên me; Tevger û PAKê, damezirandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê bû.

Digel zulm û zordariyê, li her çar aliyên Kurdistanê bi hestên jiyaneke azad û welatek azad em derbasî sala 2024an dibin.

Em sersala hemû Kurdistaniyên li Ewropa û derveyî welat dijîn pîroz dikin û silav û hestên pîrozbahiya sala nû dişînin çar aliyên Kurdistanê.

Merd Baran Boskan

Berpirsê PWK-Ewropa

(Rêxistina Ewropa ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle