Berpirsê nûjenkirina Lalişê: %30 Lalişê hatiye nûjenkirin

.

 Berpirsê nûjenkirina perestgeha Laliş dibêje, %30 perestgehê hatiye nûjenkirin û dê tevahiya wê were nûjenkirin.

Berpirsê nûjenkirina perestgeha Laliş, Xalid Nermo ji BasNewsê re got, xebatê nûjenkirina perestgeha Laliş berdewam in û heta niha derdora %30 perestgehê hatiye nûjenkirin.

Xalid Nermo her wiha got, bi piştevanî û alîkariya hikûmeta Kurdistanê çendîn piroje mîna çêkirina depoyên avê, çêkirina rêya perestgehê, çêkirina kargeha zeyta zeytûnê û çêkirina dergehê perestgehê hatine bicîhanîn.

Berpirsê nûjenkirina Lalişê da zanîn jî, endazyar û pisporên taybet çavdêriya xebatên nûjenkirina Lalişê dikin da ku her tiştek li cihê xwe de û mîna şêwazê wê yê kevnar bê çêkirin. Rizamendiya mîrê êzîdiyan û civata rûhaniyên êzîdî jî li ser nûjenkirina Lalişê heye û haya wan ji her tiştî heye.

Xalid Nermo anî ziman, heta niha Amerîka çend caran alîkariya darayî da Lalişê bo nûjenkirina wê û got, dê tevahiya Lalişê were nûjenkirin.

Perestgeha Laliş perestgeha hemû kurdên êzîdî ye û dikeve nêzîkî bajarokê Şêxan li parêzgeha Duhokê.

Li Lalişê sê cejn tên pîrozkirin: cejna Çilê Zivistanê, cejna Çilê Havînê û cejna Cemayê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle