Berpirsê darayî yê malbatên DAIŞîyên kampa Holê hat girtin

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berpirsê darayî yê fînansorên şaneyên DAIŞê û gihandina alîkariyên malbatên DAIŞê yên li kampa Holê, dema hewl dida mayînê bi dikanekê de biteqîne desteser kir.

HSDê ragihand, yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk, terorîst û berpirsê belavkirina alîkariyan û fînansekirina şaneyên terorîst ên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt.

Hat diyarkirin ku terorîstê DAIŞê yê pere digihand malbatên endamên rêxistina terorîst ên li kampa Holê hatiye desteserkirin.

Herwiha HSDê da xuyakirin ku ew terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Kerez li xwe mikur hatiye ku wî alîkariyên ji hin aliyên li Tirkiyê û herêma Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê werdigirt li şaneyên terorîst ên rêxistina DAIŞê belav dikir.

HSDê daye zanîn; “Ew terorîst ji bajarê Babê ye. Rewşên mirovî keysbaz kir da ku li bajarê Reqayê bi cih bibe. Terorîst li xwe mikur hat ku şaneyek ava kir da ku bazirganên bajarê Reqayê şantaj bike û di bin gefan de wan neçar bike ku pereyan bi navê (Zikê) bidin wan û paşê wan pereyan li şaneyên DAIŞê belav bikin.”

Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin, herî dawî wî terorîstî hewl da ku mayînekê li pêşiya dukanekê biteqîne û beriya mayînê biteqîne ji aliyê Hêzên Taybet ên HSDê ve hate girtin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan