Fuara Pirtûkan a Amedê, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê didome.
Helbestvanê navdar ê Kurd Berken Bereh ku ev 50 sal in bi Kurdî dinivîse, li Fuara Pirtûkan a Amedê bû mêvanê me û behsa serpêhatiya xwe ya bi nivîsê re, bandora zimanê qedexekirî û rola evîn û êşê ya di helbestên xwe de kir.
Berken Bereh got, “Helbest ne tenê zimanekî diparêze di heman demê de bi bikaranîna peyvan zimên rewantir û xweştir dike û bi peyvên nû ferhenga wî zimanî jî dewlemendtir dike.
Çimkî helbestvan ew kes e ku jiyan û afirîneriya wî hemû li ser peyvê tê avakirin.”
Berken Bereh her wiha behsa bandora bêdewletiyê ya li ser nivîskarên Kurd kir.
Bereh bêdewletî wekî toqê naletê pênase kir û got, “Bêdewletî nahêle tu bi zimanê xwe re bijî.”
Hevpeyvîna me ya bi helbestvan Berken Bereh re bi vî rengî ye:
Rûdaw: Mamoste, ez dixwazim vê pirsê ji cenabê we bikim. Ev 50 sal in hûn dinivîsin. Nivîsandina bi Kurdî ji bo we tercihek bû an neçariyek bû?
Berken Bereh: Bêguman, pirseke gelekî bal kêş e. Ez dikarim bibêjim ku her du jî faktorên sereke yên nivîsandina min bûn. Yek, wekî bertekek bû ji ber ku zimanê min qedexe bû, heyîn û hebûna min nedihat nasîn. Bê guman wekî kesekî ku têkiliya wî bi qelemê re hebe, divê li hemberî vê yekê seknek û helwesta wî hebe.
A duyem jî wekî kesekî ku bi peyvê re radibe û rûdine û dixwaze bi rêya peyvê wateyekê bide jiyana xwe, min nivîsandin wekî rêyekê dît.
Rûdaw: Girêdayî vê pirsê, we got ku "zimanê min hatibû qedexekirin". Yek ji bandora wê ew bû ku we dest bi nivîsandina helbestê kir. Dema zimanek tê qedexekirin, rewşa helbestê çi dibe?
Berken Bereh: Bê guman helwesta helbestê tûjtir dibe. Çima? Ji ber ku tu hem endamê civatekê yî, hem jî endamê zimanekî yî. Eger rê li ber xweîfadekirina te bê girtin, tu neçar î ku ji bo rakirina wan sînoran li ber xwe bidî. Wê demê helbest jî dibe parçeyek ji wê berxwedana te. Ew jî helbestê ji hestên kesane bêhtir, ber bi berxwedêriyê ve dibe.
Rûdaw: Gelo helbest dikare zimanekî qedexekirî zindî bihêle?
Berken Bereh: Bê guman. Helbest ne tenê zimanekî diparêze, di heman demê de bi bikaranîna peyvan zimên rewantir û xweştir dike û bi peyvên nû ferhenga wî zimanî jî dewlemendtir dike. Çimkî helbestvan ew kes e ku jiyan û afirîneriya wî hemû li ser peyvê tê avakirin.
Rûdaw: Em hinekî qala "êş"a di helbestên we de bikin ku navê pirtûka we ya yekem jî "Êş" e.
Berken Bereh: Belê, ya yekem "Êş" e.
Rûdaw: Di helbestên we de evîn sitargehek e, li tenişta wê êşek jî heye lê ya ku herduyan li ser piyan dihêle jî çirûskên hêviyê ne. Ez wisa dibînim. Hûn çawa vê hevsengiyê datînin?
Berken Bereh: Yanî, ev tiştên ku we niha behsa wan kir, hemû bi hev re jiyana mirov xweştir an nexweştir dikin. Têkiliyeke xurt di navbera wan de heye. Bêguman dema helbestvanek an kesek di nav civatê de, çi bi têkiliyên civakî, çi bi yên şexsî dema li xwe dizivire, rastî hin pirsan û hin tiştên ku pê diêşe tê. Ev dibe ku evîn be, dibe ku êşa welêt be, dibe ku êşa malbatê be...
Bi kurtasî, tu bi rêya helbestê dixwazî piçekî êşên xwe sivik bikî. Ji ber wê jî helbest ne tenê êşên mirov sivik dike, her wisa jiyanê jî li ber çavê mirov xweştir dike. Û ez her tim vê dibêjim, welatê helbestvanekî eşq û mirovahî ye, sînoran nas nake. Belê, bi zimanekî dinivîse lê hest û hîsên mirovî yên bingehîn tiştekî gerdûnî ne.
Rûdaw: Ew tenêtiya di helbestên we de, tenêtiya dema nivîsandinê ye y an tenêtiya evîneke paşdemayî ye?
Berken Bereh: Her du jî tê de hene bêguman. Civatên an jî em bibêjin miletên mîna me ku jiyana wan piçekî zor û zehmet e, li wan deran jiyana helbestvan jî bisînor e. Ji ber wê jî dema mirov bi peyvê re mijûl dibe, berê wî diçe wê tenêtiyê, berê wî diçe wan sînorên ku jiyanê teng dikin. Wê demê jî dixwaze bibe berdevkê wan hest û hîsan.
Rûdaw: Di helbestên we de, her tenêtî hêviya evîneke nû jî bi xwe re dihewîne. Dema hûn evîndar dibin, hûn zêdetir dinivîsin an ji nivîsandinê dikevin?
Berken Bereh: Yanî, dema mirov ji hezkiriya xwe dûr dikeve, dikare zêdetir binivîse. Her wisa dema dest bi evîneke nû dike jî bêguman dîsa zêde dinivîse. Çimkî sedema wê nivîsandinê ew e ku tu dixwazî jiyanê bi kesekî din re parve bikî. Bi rastî jî ew hest û hîsên gelekî taybet û xweş in. Tu ne ji xwe re tenê dinivîsî, tu dibêjî divê yên dixwînin jî bi saya nivîsên min ên ku wekî nefesekê ne, bibin xwedî tecrube û hem êşê û hem jî serxweşiyê bijîn.
Rûdaw: Pirseke taybet. Bêdewletî di nivîsandina Berken Bereh de toqa lanetê ye yan kanîya îlhama nivîsandinê ye?
Berken Bereh: Bêguman, toqa lanetê ye. Yanî, eger bêdewletî banga nivîsandinê bûya, dê hemû Kurd bibûna helbestvan. Demekî, demekî na. Ji ber ku bêdewletî nahêle tu zimanê xwe bi hêsanî bikar bînî û pê re bijî.
Rûdaw