Berhem Salih: Krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de nayê qebûlkirin

.

 Serokomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku krîza di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de nayê qebûlkirin.

Berhem Salih li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de got “Krîza di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de nayê qebûlkirin, ziyaneke mezin dide welat. Niha gihîştiye qonaxa diyarker ku em bi encamên wê re rû bi rû ne. Divê di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de diyalogeke cidî dest pê bike û çareseriyeke mayînde bê dîtin, ne demkî.”

Herwiha Serokkoamrê Iraqê li ser pirsgirêka şandina budceyê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ragihand “Nabe qût û debara gel bi nakokiya siyasî re ben tevlîhevkirin. Welatiyên Besra, Necef, Enbar, Bexda û Mûsilê rê nadin ku birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê rûbirûyê zilm û zordariyê bibin û ji jiyana xwe bêhêvî bin.”

Di beşeke din a axavtina xwe de Berhem Salih daxwaz ji Çorçoveya Hemahengiyê kir ku bi Muqteda Sedr re guftugoyan bikin ji bo ku rewş aram bibe û beşdariyê di diyaloga niştimanî de bike.”

Beşên giring ên di axavtina Berhem Salih de derketin pêş wiha ne:

- Divê di diyaloga niştimanî de tekezî li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinên pêşwext û avakirina hikûmetê were kirin

- Divê demildest guhertina destûra bingehîn bê destpêkirin

- Hilbijartinên dawî yên Iraqê daxwazên gel pêk nehat

- Daxwaza Muqteda Sedr daxwazeke azadiyane bû

- Hêzên ewlehiyê bi aqilane bi bûyerên tundiyê re rûbirû bûn

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin