Beqayî: Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê dê bibe xala werçerxanê

.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku serdana Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê tekezkirina peywendî û berjewendiyên hevpar e û di çarçoveya wê de, çend hevdîtinên girîng tên kirin û çend peymanname tên îmzakirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di daxuyaniyekê de bal kişand ser asta peywendiyên her du welatan û aşkere kir ku her kes ji girîngiya têkiliyên navbera Îran û Iraqê agahdar e. Wî da zanîn ku welatê wî hertim rêzeke taybet bo aramî, berfirehî, serwerî û serxwebûna Iraqê nîşan daye û rêzê li guhertinên rewşa navxwe ya wî welatî digire.

Beqayî di heman demê de rexne li rênişandanên Waşintonê girt û got: "Ev helwesta me tam berevajî siyaseta Amerîkayê ye, ku hertim destwerdanê di karûbarên welatên deverê de, tevî Iraqê jî, dike û dixwaze hejmoniya xwe bisepîne."

Beqayî li ser girîngiya serdana wê şandê behsa bandora vê pêngavê kir û diyar kir: "Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Komara Îslamî ya Îranê gelek girîng e. Em ji niha ve bixêrhatina Elî Zeydî û şanda pê re dikin û em piştrast in ku ev serdan dê bibe xala werçerxanê di pêşxistina peywendiyên navbera du welatên misilman û cîran de."

Li gorî zanyariyên ku Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê aşkere kirine, di vê serdanê de dê danûstandinên berfireh li ser pêşxistina alîkarî û peywendiyên navbera Tehran û Bexdayê bên kirin; bi taybetî di warê aborî, bazirganî, pirsên ewlehiyê û tundkirina kontrola ser sînoran de.

Îsmaîl Beqayî herwesa pêşbînî dike ku di çarçoveya vê serdana Serokwezîrê Iraqê de çend lihevkirin û yadaştên jihevtêgihîştinê yên nû di navbera her du aliyan de bên îmzekirin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî jî her îro ragihand ku di demeke nêzîk de Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dê serdana her du welatên cîran Îran û Tirkiyeyê bike. Ebûdî tekez kir ku Iraq li deverê xwedan pêgeh û roleke piralî û girîng e, bo hêwerkirina aloziyan û piştgirîkirina berdewambûna diyalogê, daku tenahiya deverê bê parastin.

Siyaset Haberleri

AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin
Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir
Heta niha 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane warê xwe
Tirkiye ji gundê Çiyê yê Efrînê derket
Dogan Hatun dev ji erkê xwe berda