Bendava Tişrînê: 6 sivîlan canê xwe ji dest da

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser bûyerên li Bendava Tişrînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku 6 sivîlan li nêzîkî bendavê di bombebaranê de canê xwe ji dest daye.

HSDyê ragihand ku balafirên şer û dronên Tirkiyeyê xwepêşanderên li Bendava Tişrînê ya li başûrê Minbicê kom bûne û dixwazin êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar li ser bendavê bên rawestandin, kirine armanc.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyê de got:

“Heta niha 6 sivîl hatine şehîdkirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûne ku ev sûcekî navneteweyî yê eşkere ye û ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve tê encamdan.”

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û 80 kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Bendav xaleke stratejîk e û ji sala 1999an û vir ve karebaya bajarê Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike.

HSDyê her wiha anî ziman:

“Em bangî civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van sûcên Tirkiyeyê yên ku demeke dirêj e li dijî gelê me pêk tîne, bi taybetî komkujiyên dawî yên li Bendava Tişrînê bêdeng nemînin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk amaje pê dike ku Rêveberiya Xweser metirsiyeke li ser teqîna Bendava Tişrînê radigihîne ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê