Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin

.

Hunermend Ferhat Tunç derbarê jiyana hozanê gel Silo Qiz ê ji Dersimê ku sê sal berê koça dawî kiribû, belgefilmek amade kir. 

Hunermend Ferhat Tunç bi minasebeta salvegera sêyemîn a hozanê gel ango dengbêj Silo Qiz ku koça dawî kiribû de belgefilmek amade kir. Silo Qiz bi kemana xwe ya digirand jî dihat nasîn. Belgefîlm wê îro êvarê saet di 19.00’an de li ser kanala YouTube ya Ferhat Tunç were weşandin. Di belgefilmê de dîmenên serdanên Tunç ên ji bo Silo Qiz jî hene. 

Tunç beriya ji Tirkiyê koç bike li Dersimê çûbû mala Silo Qiz û serdana wî kiribû. Tunç derbarê belgefilmê de wiha got: “Silo Qiz ê ku di temenê yê 104 salî de koça dawî kir, çîroka rastî ya çand û hunera qedîm a Dersimê ye. Beriya ji Dersimê veqetim min serdana Silo Qiz kiribû. Min hewl da belgefîlma wî pêşkêşî we bikim.” 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin