Belgefîlma 'Dûr' di festîvala New Jersey de xelata herî baş wergirt

.

 Di Festîvala Fîlman a New Jersey de ku li bajarê New Jersey a Amerîkayê hat lidarxistin, belgefîlma “Dûr”)a derhênerê Kurd Ahmet Hakan Vergî ya bi Zazakî xelata “Belgefîlma Herî Baş” wergirt.

Belgefilma Dûr a derheênerê xelkê Çewlîga Bakurê Kurdistanê Ahmet Hakan Vergî ku bi Zazakî kişandiye, di festîvala New Jersey a Amerîkayê de hêjayî xelata belgefilma herî baş hat dîtin.

Derhênerê Kurd Ahmet Hakan Vergî, di belgefîlma xwe de balê dikişîne ser çîroka ku mirovekî li devereke bilind, ku lê elektirîk û telfon tine ye, dikare bi serê xwe jiyaneke çawa derbas bike.

Ahmet Hakan Vergî, anî ziman ku fikra ku ev çîrok bibe belgefîlm ev demeke dirêj bû li ba wî hebû, lê ji ber bê derfetiyan amadekirina belgefîlmê paşxisî ye û wî paşê heyama coronayê weke derfet bikar aniye û belgefîlma xwe qedandiye.

Vergî dibêje: “Min di Tîmeha 2020an de li gundê xwe dest bi tomarkirina dîmenên belgefîlmê kir û di 1ê îlona salê hat belavkirin. Heta niha beşdarî gelek festîvalên navneteweyî bûye û çend xelat jî wergirtine.”

Derhênerê Kurd herwiha da zanîn ku eger derfetên çê bibe ew dê li ser çêkirina berhemên bi Zazakî berdewam be.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xalên leşkerî hatin çêkirin: Gundî vegeriyan
Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!
Ciwanên Êzidî li Almanyayê nasnameya xwe diparêzin
Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin
Diakurd: Biryara doza Kobanê dijî îrade û mafên gelê Kurd hatiye dayîn