Belgefîlma 'Domane 38' dê li Dêrsîmê bê nîşandan

.

Belgefîlma "Domane 38" ku behsa Komkujiya Dêrsîmê dike, dê îro Sêşemê 15ê Mijdarê di salvegera darvekirina Seyîd Riza de li Salona Konferansan a Şaredariya Dêrsîmê bê nîşandan.

Di ser darvekirina serokê serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza re 84 sal derbas bûn. Şaredariya Dêrsîmê, dê di salvegera darvekirinê de bi bernameyekê Seyîd Riza bibîr bîne.

Di bîranîna Seyîd Riza de, ku dê îro 15ê Mijdarê li Salona Konferansan a Şaredariya Dêrsîmê bê kirin, dê Belgefîlma "Domane 38" ku ji aliyê peyamnêrê Rûdawê Ali Haydar Gozlu ve hatiye kişandin û şahidhalên bûyerê behsa komkujiyê dikin, bê nîşandan.

Di belgefîlma "Domane 38" de ku di dema 6 mehan de hatiye kişandin û li ser platformên sosyal medyayê bi jêr nivîsên Îngilîzî, Kurmancî, Erebî, Soranî û Tirkî hatiye weşandin 15 şahidhal behsa bîranînên xwe dikin.

Ji devê şahidan Komkujiya Dêrsimê

Belgefîlma "Domane 38" di dema 6 mehan de hatiye kişandin, yek ji belgefîlma Rûdaw TV ye ku ronahiyê dide dîrokê.

Di belgefîlmê de kesên ku ji Komkujiya Dêrsima ya sala 1938an rizgar bûne û hinek tişt bi çavê xwe dîtine behsa wan rojan dikin.

Ligel ku temenekî dûr û dirêj li pey xwe hiştine lê hê ew zilm û zordarî jibîr nekirine û bi kul û keser behsa wan rojên reş dikin ka çi hatiye serê wan û çawa bi hezaran jin û mêr, kal û pîr û zar û zêç li ber çavên wan bikom hatine kuştin. Gotinên wan kesan ku di Dêrsima 1938an de hê zarok bûn. Şahidiya di navbera jibîrkirin û bîranînê de ya wan kesên bi nav salan de diçûn. Ji wan ya herî biçûk şeş, yê herî mezin 15 salî bû.

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir