Belavkirina alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê berdewam e

.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwaneke din a alîkariyên mirovî li hejmarek gundên herêma Efrînê yên ziyan ji ber erdhejê dîtine, belav dike.

Li gorî zanayriyên K24ê, Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî di belavkirina alîkariyên mirovî li ser ziyandîtiyên erdheja 6ê Sibatê li gundên Efrînê berdewam e û îro alîkarî gihandin gundên Dêwa Jor, Dêwa Jêr, Mihemediyê û Midê yên li navçeya Cindirêsê û li ser gundiyan belav kirin.

Her wiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duhî jî alîkariyên mirovî li gundên Firêriyê, Kanî Gerik, Kokebê, Bozîk, kampa Bozîkê û Tilifê belav kiribûn.

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê û gundên wê kir.

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan li ser ziyandîtiyên erdhejê berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan