Behzad Qasim: Demografiya Rojavayê Kurdistanê gelekî hatiye guhartin

.

Nûnerê Desteya Kurdî ya Serbixwe radigihîne, rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê gelekî xirab e û demokgrafiya wê jî roj bi roj tê guhartin.

Nûnerê Desteya Kurdî ya Serbixwe Behzad Qasim îro 3ê Berçileya 2023ê, bû mêvanê stûdyoya Kurdistan24ê û bersiva çend pirsên bêjerê K24ê Cemal Batun da.

Behzad Qasim amaje da, Rojavaya Kurdistanê di rewşeke aborî ya gelek xirab de ye. Herwesa got, nirxê Lîreya Sûriyeyî gelek daketiye û milet gelek perîşan bûye.

Di derheqa koçberiya xelkê de jî got: “Tevgera Kurdî li Rojavaya Kurdistanê bi erkê xwe ranebûye, herwesa biryarên ku ji îdareya PYDyê derdiketin, sedemeke sereke ye ku ciwan ji Kurdistanê birevin.”

Herwesa got jî : “Serkirdeyên bizava Kurdî jî derkeftine. Dema miletê me dît ku serkirdeyên wan hemî derketin û li Ewropayê bicih bûne, milet jî derket û Kurdistan vala bû.”

Li ser rewşa demografiya Rojavayê Kurdistanê jî got: “Demokgrafiya Rojavayê Kurdistanê jî hatiye guhartin. Berî 2011ê 90% ji xelkê Qamişloyê Kurd bûn, niha belkî 40% jî nemabe.”

Behzad Qasim tekez jî kir, “miletê me ji bizava Kurdî bêhêvî bûye ji ber ku Sûriye wêran bûye û heta niha bizava Kurdî tiştek nekiriye û Kurdistan û Sûriyeyê ji hev cuda nake. Piştî 12 salên şer û kuştin û penaberbûnê ew hêşta dibêjin: Gelê Sûriyeyê yek e.”

Kurdistan Haberleri

Perde li ser pirtûka “80 Sal Xebat li Pêxema Rizgariyê” hate hildan
Duyemîm mamosta bi hêceta starndina sirûdek Kurdî ji kar hate derxistin
Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne
Şam û Tel Avîv nêzî rêkeftinê ne: Hêzên Îsraîl, Amerîka û Sûriyê li Çiyayê Şêx belav dibin
DEM Partî xwedî li ‘Cejna Komarê’ derket: ‘Komar a her kesî ye’