Bedrî Husyênî Xamineyî piştevanî ji sernixûniya rejîma Îslamî dike

.

Xwîşka Xamineyî, Bedrî Husêynî Xamineyî di deqekê de ku li ser rûpela twîtera kurê wî hatiye belavkirin, piştevanî ji sernixûniya desthilata Xamineyî û serkevtina xelkê serhildêr dike.

Roja Sêşemî 07 Kanûna Pêşîn Bedrî Husêynî Xamineyî piştî binçavkirina keça wê ya bi navê Ferîde Muradxanî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve, bi weşana vê peyamê, piştevaniya xwe ji xelkê serhildêr û dijberîkirin digel birayê xwe Xamineyî pejrand û hevderdiya xwe digel dayîkên xembar yên cinayetên rejîma Îslamî nîşan da.

Herwisa Bedrî di berdewamiyê de dibêje: Weke erka mirovî ya xwe, çendîn salan berî niha çendîn caran bona mafê rewa yê xelkê min digel birayê xwe yanî Xamineyî axavtin kiriye, lê, dema ku min dît guhdar nîne û rêya Xomeynî yanî serkutkirin û kuştina xelkê bêsûç girtiye berahîka xwe, êdî min têkildariya xwe bi wî re qut kir.

Herwisa navbrî gotiye: Ez li ser vê baweriyê me ku rejîma Îslamî ya Xomeynî û Elî Xamineyî bilî êş û azar û zilm bo xelkê Îranê ti tiştek din tune bûye, xelkê Îranê hêjayî azadî û xweşderbasiyê ne û serhildana wan bona gihîştin bi mafê rewa yên xwe hewce ye.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye