Bedran Çiya Kurd: Ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî çi pêwîst be em dê bikin

.

 Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd dibêje, “Ji bo serkeftina diyaloga Kurdî-Kurdî çi pêwîst be dê bikin” û li ser diyaloga li gel Şamê jî tekez dike, “hikûmeta Sûriyê ji bo diylogê ne amade ye.”

`Gelek pirsgirêk hene`

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di konferanseke rojnamevanî de li ser diyaloga Kurdî-Kurdî bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê da.

Bedran Çiya Kurd li ser vê mijarê tekez kir, ew ji bo serxistina diyalogê çi pêwîst be dikin û divê biçe serî lê gelek pirsgirêk li pêşiya wê diyalogê hene.

Bedran Çiya Kurd ji Rûdawê re got, wê peymana civakî û hilbijartin li Bakurê Rojhelatê Sûriyê çêbibin û biryar ya ENKSê ye, beşdar bibe yan jî nebe.

Diyaloga li gel rejîmê

Bedran Çiya Kurd li ser diyaloga li gel rêjîma Sûriyê jî got, Şam ji bo diyalogê ne amade ye.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd li ser vê mijarê tekez kir, gelek hewldan çêbûn û gelek welatan navbênkarî kirin bi taybetî Rûsya, lê ew hewl ji ber ku rejîm ji bo diyalogê ne amade bû, neçûn serî.

Bedran Çiya Kurd got jî, divê tifaqeke Sûrî li Sûriyê çêbibe, eger ew yek çênebe wê rewşa Sûriyê aloztir bibe.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin