BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê

.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) alîkariya pereyan li dehan xwendekarên zanîngehê yên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku roja 15ê Nîsanê nivîsgeha BCFê ya Efrînê alîkariyên diravî pêşkêşî xwendekarên zanîngehê kirin.

BCFê eşkere kir ku di vê çalakiyê de hejmara xwendekarên ku alîkarî ji wan re hatine pêşkêşkirin, 125 xwendekar in û ji xelkê Efrînê ne.

Hate diyarkirin ku ew xwendekar niha li zanîngeha Ezazê dixwînin, û ji bo her xwendekarekî 100 dolar hatiye pêşkeşkirin.

Hêjayî gotinê ye, îsal Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sêyemîn care alîkariyên diravî pêşkêşî 130 xwendevanên zanîngehê dike. Cara yekem di 29 çileyê de bû û ya diduyan jî di 17 Adarê de bû.

Herwiha 4ê Tîrmeha 2023yan jî, BCFê bi alîkariya rêxistina Karîtas ya Almanî Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê vekiribû û heta niha bi çalakiyên cuda alîkariyan di hemû waran de pêkeş dike.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK