Bazirganên Mereşê: Eger piştgirî nebe destkeftên 40-50 salan ji dest diçin

.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Mereşê Mustafa Buluntu ragihand ku li Mereşê ji ber erdhejê ji sedî 95ê kargehên berhemanînê zerar dîtine.

Erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, bandoreke zêde li sektora berhemanînê ya bajêr kir.

Bazirganên Mereşê derbarê rewşa aborî û bazirganiya bajêr de hişyariyê didin û dibêjin, divê berî hilbijartinê tedbîrên pêwîst bên wergirtin. Buluntu dibêje, li herêma pîşesaziya biçûk ji 2 hezar û 500 kargehan, hezar û 500î ji wan zerar dîtine.

Buluntu got: "Armanca wan a 2023ê ew bû ku bi buhayê 2.5 milyar dolar hinardeyê bikin. Lê planên wan têk çûn. Ji sedî 95ê kargehên berhemanînê zerar dîtine û bo nûjenkirina wan demeke dirêj pêwîst e. 29 hezar esnafên wan zirermend in û eger kargeh dest bi kar nekin, emê destkeftên 40-50 salan ji dest bidin.

Mereş li Bakurê Kurdistanê yek ji bajarê herî girîng ê sektora berhemanîna cilûbergan e. Sala 2022ê ji Mereşê bi bihayê nêzîkî 850 milyon dolaran berhemên cilûbergan hatibûn hinardekirin. Karnekirina kargehên cilûbergan zerareke zêde digihîne aboriya bajêr.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin