Bazarî û dukandarên bajarê Seqizê dest bi girevê kirin

.

Li bajarê Seqizê, bazarî û dukandaran bi mebesta şermezarkirina êrîşa kîmyayî ya rejîmê bo ser dersxwanên wî bajarî, bi daxsitina dukan û bazaran dest avêtin bi grevê. 

Roja Duşemî 21`ê Xakelêweya 1402`an a Rojî, welatiyên bajarê Seqizê bi taybet dukandar û bazariyên wî bajarî, li dijî êrîşên kîmyayî yên rejîmê bo ser xwandingehên keçan yên wî bajarî gireva seranserî ragihandin û bazar û dukanên xwe daxistin.

Îro Duşemî di berdewamiya girevgirtina welatiyên bajarê Seqizê de, tev xwandingehên wî bajarî hatin daxistin û ti mamosteyek di îdareyên perwerde û hînkarî yên bajarî de amade nebûn.

Roja Yekşemî 20`ê Xakelêweyê, 6 xwandingehên keçikana yên weke, Çemran, Mê`irac, Talqanî, Someye, Bîntulhudayî û Îstiqlalê, êrîşa kîmyayî hat kirin.

Di encama vê êrîşa kîmyayî de, aliyê kêm 85 dersxwanên xelkê bajarê Seqizê, bi sebeba jerîbûnê bo nexweşxaneyên Xumeynî û Şefa ya wî bajarî veguhastine û rewşa tendrustiya zêdetir ji 20 ji wan dersxwanan jî necihgîr hatiye ragihandin.

Di encama êrîşa kîmyaya bo ser xwandingehên bajarê Seqizê de aliyê kêm 86 dersxwan bi sebeba tundiya jehrîbûnê bo nexweşxaneyên, Xumeynî û Şefaya wî bajarî hatine veguhastin û zêdeyî 20 dersxwan jî rewşa terndrustiya wan necihgîr hatiye ragihandin.

Her di vê pêwendiyê de, duh şev li Mihabadê li taxa Şehreka Karmendan, welatî derkevtin ser şeqaman û agir hilkirin û êrîşên kîmyayî yên rejîmê yên bo ser xwandingehên bajarê Seqizê şermezarkirin, û piştevaniya xwe ji dersxwên wî bajarî ragihandin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin