Bav û dayîk û kesûkarên şehîdan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hilkirin

.

Li piraniya gund, navçe û bajarên Kurdistanê, agirê Newrozê ji aliyê bav û dayîk û kesûkarên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê ve hatine hilkirin.

Êvareya roja Duşemî 29ê Reşemeya 1401an a Rojî, xelkê Kurdistanê li tev bajaran, bi hêmayên netewî û alaya pîroz a Kurdistanê û bi dirûşma “jin jiyan azadî”, agirê Newroza Jînayê hil kirin.

Li bajarê Seqizê û goristana “Ayçî”, bavê şehîd “Jîna”yê bi dirûşma “jin jiyan azadî” û bi beşdariya 100an kes ji xelkê biwêr ên Seqizê, agirê Newrozê hil kir.

Li bajarê Sinê, dayîka şehîdê şoreşa Jînayê, “Peyman Mînberî” bi dirûşma “merg û neman bo dîktator”, agirê Newroza Jînayê hil kir.

Li bajarê Mihabadê, hevjîna şehîd “Şoreş Nîknam”, bi axabanû û alaya pîroz a Kurdistanê û bi dirûşma “jin jiyan azad”yê, agirê Newroza Kurdan hil kir.

Li êvareya roja derbasbûyî li hemû gund û bajarên Kurdistanê, agirê Newroza Jînayê hate hilkirin û xelkê biwêr û azadîxwaz ên Kurdistanê bi dirûşmên wek “merg û neman bo dîktator” û “Kurdistan goristana faşîstan” pêşewazî ji Newroza azadiyê kirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir