Batman / Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin

.

Mizgefta Koçê û Kasir Rabî yên piştî ava Heskîfê kêm bû cardin derketin holê, bi makîneyên karî tên xerakirin. 

Piştî ku ava Bendava Ilisû ya Heskîfa dîrokî ya 12 hezar salan daqurtan kêm bû, gelek berhemên dîrokî cardin xuya kirin. Mizgefta Koçê û Kasir Rabî yên piştî ava Heskîfê kêm bû cardin derketin holê, bi makîneyên karî tên xerakirin.

Gelek deverên dîrokî yên di bin avê de mabûn, îsal ji ber hişkesaliyê cardin derketin holê. Piştî vê bi makîneyên karî dest bi rûxandina van deveran hat kirin. Kemçeyan dest bi xerakirina Mizgefta Koçê ya 650 salî û Kasir Rabî ya 273 salî yên piştî kêmbûna avê xuya kirin, kirin. Di dema xerakirinê de ji bo keleha dîrokî û mizgeftê tu tevdîr nayên girtin û hat ragihandin ji ber vê gelek deverên dîrokî texrîb dibin.  (MA)

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin