Baştirîn futbolîstê sala 2020 diyar bû

.

Xelatên lîstikvanên herî baş ên FIFA 2020 hatin ragihandin, li gor ve yekê Robert Lewandowski, Messi û Cristiano Ronaldo li pey xwe hişt û bû xwediyê xelata baştirîn yarîzanê sala 2020.

Ji ber bergiriyên Coronayê îsal merasîma xelatan li bajarê Zurîhê ya Swîsreyê li Navenda Giştî ya FIFAyê bi awayekî online birêve çû.

Merasîma xelalatên futbolîstên herî baş ên FIFA 2020 ji aliyê Reshmin Chowdhury û Ruud Gullit ve hat pêşkêşkirin.

Futbolîstên ku ji aliyê FIFAyê ve hatin xelatkirin;

Futbolîstê mêr yê herî baş: Robert Lewandowski (Bayern Munih)

Futbolîsta jin ya herî baş: Lucy Bronze (Manchester City)

Golparêzê mêr yê herî baş: Manuel Neuer (Bayern Munih)

Golparêza jin ya herî baş: Sarah Bouhaddi (Olympique Lyon)

Rahênerê mêr yê herî baş: Jürgen Klopp (Liverpool)

Rahênera jin ya herî baş: Sabrina Wiehman (Tîma Netewîya Hollandayê)

Xelata Puskas ya FIFAyê: Son Heung-min (Tottenham-Burnley / Premier Leauge)

Xelata Fair Playê ya FIFAyê: Mattia Agnes

 

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.