Barzanî: “Yekîtî tekane rêya serkeftin û parastina destketiya ne”

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî çalakiya bîranîna salvegera Dr. Roj Nûrî Şawêz bû. Dr. Roj Nûrî Şawêz endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê bû, siyasetmedarekî têr û tije bû. Sala borî di 15 ê sibatê de koça dawî kiribû.

Di çalakiyê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axifî û got ku wê bi yekîtiya milletê destketiyên Kurdistanê bên parastin û perçebûn fêde nade ti terefekî siyasî yê Kurdistanê. Barzanî got bi yekîtiyê wê gelek destkeftî çêbibin û weha dewam kir:

“Bi cudakariyê ti terefekî Kurdistanê nikare tiştek bidest bixe. Eger yekîtî nebe, em bi ti awayê nikarin destkeftiyên xwe biparêzin û nikarin bi pêşde herin. Yekîtiya me wê destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêze. Xebat û hewlên Dr. Nûrî Şawêz di vê mijarê de gelekin.

PDK, YNK an partiyên din yên siyasî…Îro destkeftiyên Kurdistanê bi têkoşîna kesên weka Roj û hevalên me yên din çêbûne. Dr. Roj Nuri Şawêz li ser tiştên hevpar gelek xebatê kir.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN