Barzanî dareka zeytûnê çand

Îro pêncşemê 08- 09- 2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî helmeta "Darekê biçêne û şarêkî sewz bike" bû û dareka zeytûnê çand.

Îro pêncşemê 08- 09- 2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî helmeta "Darekê biçêne û şarêkî sewz bike" bû û dareka zeytûnê çand.

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema çandina dara zeytûnê da got: “Kurdistan mala mezin a me hemûyan e. Bila em hemû pêkva hewil bidin malê xweştir û ciwnatir bikin. “

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez bersiva banga Serokê Herêma Kurdistanê birayl min ê mezin birêz Kak Nêçîrvan Barzanî didim bi çandina dareka zeytûnê ku dareke temendirêj û berhemdar e.”

Mesrûr Barzanî bang li Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, Serokê Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê Hakim Bengîn kir ku beşdarî vê helmetê bibin.”

Siyaset Haberleri

Konsulê Almanyayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest
Rûken Cemalê bersiv da: Gelo YPJ tevlî Wezareta Karên Navxwe dibe?
Biyografiya Seyid Eliyê Findikî
Bila navê ‘Zanîngeha Rojava’ were guhertin
Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li Şamê civiyan