Baroyên Diyarbekir û Rihayê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê gilî kirin

.Baroyên Diyarbekir û Rihayê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê gilî kirin

Baroyên Diyarbekir û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber ku sivikatî li Şêx Seîd kiribû, Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag gilî kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, di 14ê Tebaxa 2022yan de, li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li Rêberê Kurd Şêx Seîd kiribû.

Li gor zanyariyan, baroyên Diyarbekir û Rihayê di 16ê Tebaxa 2022yan de li ser hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kirin ku wan ji ber heqaretên li Rêberê Kurd Şêx Seîd, Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gilî kirine.

Baroya Diyarbekirê destnîşan kir: “Ji ber parvekirina serokê partiyeke siyasî li ser torên civakî ku heqaret li bîranîna Şêx Seîd dike; Bi Komeleya Şêx Seîd re li gorî xala 130emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk li dijî wî serlêdana sûcê hat kirin.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin