Baroya Wanê kursa Kurdî destpê kir

.

 Baroya Wanê, ji bo endamên xwe dersa Kurdî da destpêkirin. 110 parêzer beşdarî kursa zimanê Kurdî bûn ku ji aliyê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ve hat vekirin.

Dersên li 3 polan destpêkirin ji aliyê nivîskarê ferhenga hiqûqê ya Kurdî Sebir Ebdûlahîzad, hefteyê du rojan tê dayîn û dê salekê berdewam be.

Sebir Ebdûlahîzad got: “Parêzer bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin beşdarî dersan dibin. Di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya kurdî heye û divê parêzer xwe di vî warî de bipêş xînin. Ji bo parastina mafan pêwîst e pêştir mirov bi zimanê xelkê zanibe û ji bo parêzer ji muwekîlên xwe baş fêm bikin pêwîstiya pewerdehiyeke bi vî awayî heye.”

Berî demekê li Baroya Şirnexê jî kursa fêrbûna zimanê Kurdî hatibû destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin