Baroya Şirnexê derbarê biryara elektrîkê doz vekir

.

 Baroya Şirnexê ragihand bi armanca hilweşandina biryara Saziya Sererestkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) ku sedema zêdebûna bihayê elektrîkê ye doz vekirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nerazîbûna welatiyan derbarê bihabûna nirxê elektrîkê berdewam e û li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, baroyê diyar kir ku wan bo ev biryar bê hilweşandin doz vekirine.

Baroya Şirnexê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û dibêje: “Di demên dawî de ji ber biryara Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) faturayên elektrîkê gelekî zêdebûne û vê yekê di nav civakê de nerazîbûnek çêkiriye. Wek Baroyê me bi armanca betalkirina vê biryarê doz vekiriye.”

Li Şirnexê roja Sêşemê welatiyên zêdekirina bihayê elekterîkê protesto kirin û xwest zemên tên kirin bên hilweşandin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xelkê li beramber bihayê elektrîkê berdewam e. Heta niha li gelek bajar û navçeyan çalakiyên nerazîbûnê hatin kirin. Tenê sala 2021 bihayê elektrîkê di navbera ji sedî 50 heta ji sedî 125 bilind bûye û bilindbûna bihayê elektîrîkê herî zêde bandorê li kargehan dike.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin