Baroya Rihayê serdana malbata Şenyaşar kir

.

Baroya Rihayê, îro bi helkefta 10ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan li pêş Dadgeha Rihayê serdana malabata Şenyaşar kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 275emîn de li pêş Dadgeha Rihayê didome.

Baroya Rihayê îro serdana malbatê kir û Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol got, “Helwesta bi rûmet a Emine Şenyaşar, di nav civakê de bûye hêviya hemû kesên li benda edaletê ne. Em wek Baroya Rihayê, banga xwe ji bo aliyên pêwendîdar ên lêpirsînê dubare dikin. Ji eşkerekirina dosyayê daxuyaniyên pêwîst bidin û rojekê pêş de dosyayê ji bo pişkînîna aliyan vekin. Heta ev nobeta edaletê bi dawî bibe, em ê li cem Emine Şenyaşar bin.”

Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Herwiha di bûyeran de birayekî Îbrahîm Xelîl Yildiz jî hat kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê ji 3 salan zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin