Baroya Diyarbekirê serlêdan ji bo aqûbeta hestiyên ku li Bircên Diyarbekirê hatibûn dîtin kir

.

Baroya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, serlêdan ji bo aqûbeta hestiyên 3 meytên mirovan ên ku li Bircên Diyarbekirê hatibûn dîtin bê eşkerekirin kiriye.

Li gor Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Li nav keleha Diyarbekirê" ku di salên 1990î de wek "navenda lêpirsînê ya JÎTEMê" hatiye bikaranîn, di xebatên nûjenkirinê û kolanê de îskeletên meytên 3 mirovan hatine dîtin.”

Hat zanîn ku Serokatî û rêvebiriya Baroya Diyarbekirê jî, ji bo aqûbeta kuştina mirovan bê eşkerekirin, serlêdana destpêkirina lêpirsînê ji bo Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê kiriye.

Herwiha Baroya Diyarbekirê eşkere kiriye, daxwaza wan ew e ku lêkolîn û lêpirsîn bê kirin ku ew hestî ango îskelet yên kê ne û kengî û çawa can dane bê eşkerekirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle