Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekirina gora Şêx Seîd û hevalên wî serî li dadgeha Enqerê da

.

 Baroya Diyarbekirê û Komeleya Şêx Seîd bi sedema ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bersiva serlêdana wan a bo diyarkirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nedaye, li Dadgeha Îdarî ya Enqerê doz vekirin.

Baroya Diyarbekirê ragihand ku serlêdana wan a bo Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji ber ku di nav 30 rojan de bersiva wê nehatiye dayîn, tê wateya redkirina serlêdanê û ji ber wê jî wan îro 14ê Nîsanê ji bo betalkirina wê biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya Enqerêyê daye.

Baroya Diyarbekirê li gel Komeleya Şêx Seîd 16ê Sibatê ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî yên sala 1925an hatibûn darvekirin, serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dabûn.

Baroya Diyarbekir da xuyakirin, wezaretê di dema yasayî de bersiva baroyê nedaye û ev ji aliyê hiquqî ve tê wateya redkirinê û ragihand, wan serî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê daye da ku biryara redkirinê bidin rawestandin.

Malbata Şêx Seîd û Komeleya Şêx Seîd, ev demek dirêj e ji bo eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî têkoşînê didin, lê heta niha jî cihê gorên wan tevî derbasbûna 97 salan jî nehatine eşkere kirin.

Kurdistan /24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle