Baroya Diyarbekir û Komeleya Şêx Seîd ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî serî li dadgehê didin

.

Baroya Diyarbekirê ragihand ku şandeke wan serdana Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî kiriye û Rêveberiya Komeleyê re, proseya yasayî ya ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî gotûbêj kirine.

Serokayetiya Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku serok û endamên rêveberiya baroyê serdana Komeleya Şêx Seîd kirine û ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî ya eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî civîneke berhemdar hatiye kirin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat ragihandiye ku ew ê di nav vê hefteyê de ligel Baroya Diyarbekirê û hiqûqnasan bi armanca eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd serî li dadgehê bidin.

Kasim Firat dibêje, ew wek neviyê Şêx Seîd dixwaze cihê gora bapîrê wî bê eşkerekirin û ew ê heta dawiyê ji bo vê mebestê têkoşîna xwe bidomînin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle