Baroya Batmanê: Polîs li parêzerekî me da

.

 Baroya Batmanê diyar kir, li Dadgeha Batmanê parêzerê wan Orhan Alphan dema di nav dadgehê de polîs girtiyekî îşkence dike, xwestiye destwerdanê bike û rê li wê yekê bigire, lê polîs li parêzer jî daye.

Baroya Batmanê di derbarê bûyera lêdanê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, parêzerê wan ê bi navê Orhan Alphan li dadgeha heman bajarî, dema polîs îşkence li girtiyekî kiriye, xwestiye midexale bike lê polîs li wî jî daye û ew birîndar kiriye.

Herwiha li gor agahiyan, parêzer Orhan Alphan piştî lêdana polîsan çûye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Batmanê û rapora lêdanê wergirtiye û derbarê polîsê ku lê daye lêpirsîn daye destpêkirin.

Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses, bi beşdarbûna hejmareke parêzer  heman rojê li pêşiya Dadgehê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û eşkere kir: “Ji bo ew polîs ceza werbigre, em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em daxwaz dikin ku ew polîs bê desteserkirin û girtin. Eger polîsek di nav dadgehê de ji bo parêzerekî kare van tiştan bike, mirov naxwaze bifikire ku ji bo kesekî di bin çav de çi dike?”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin