Baroya Amedê li dijî giştînameya sansûrê doz vekir

.

 Baroya Amedê bi armanca betalkirina Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê `Çalakiyên Ragihandin û Weşanê` doz vekir.

Li gor agahiyan Baroya Amedê derbarê Giştînameya Serokkomariyê  ya bi navê Çalakiyên Ragihandin û Weşanê ku 29ê Çileya 2022an hatibû belavkirin doza betalkirinê vekir.

Baroya Amedê vê giştînameyê wek metirsiyeke li ser cewhera azadî û mafên bingehîn û dijî rêgeza qanûnê pênase dike û dibêje “Armanca vê giştînameyê ewe ku sansûrê li ser azadiya çapemenî û medyayê ferz bike û astengiyan ji azadî û mafên bingehîn yê mirov re çêbike.”

Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê Çalakiyên Ragihandin û Weşanê 29ê Çileya 2022an bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û Erdogan got ew armanc dikin ku ji bo zirara amûrên ragihandinê kêmbikin û bo vê yekê jî tedbîran werdigrin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle