Baroya Amedê ji bo Doza Tahir Elçî banga hevkariyê kir

.

 Heftemîn rûniştina Doza Tahir Elçî îro 5ê Temûza 2023an tê kirin û Baroya Amedê di peyamekê de ji bo doza parêzerê Kurd û serokê xwe yê berê banga hevkariyê kir.

Heftemîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, îro 5ê Temûzê demjimêr 10:00 li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birêve diçe.

Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 jê polîs in. Tevî ku di ser kuştina wî re 8 sal derbas bûne lê heta niha ji Doza Tahir Elçî biryarek derneketiye.

Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ku nehatiye girtin bi daxwaza cezayê heta hetayê û polîsên bi navên S.T., F.T. û M.S. jî bi daxwaza cezayê 2 sal û 6 mehan tên darizandin.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ji bo kuştina parêzer Tahir Elçi bêceza nemîne bo rûniştina roja Çarşemê 5ê Temûzê demjimêr 10:00 a li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê em banga beşdarbûn û hevkarîkirinê dikin.”

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û di encam de canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahir Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê di 21ê Cotmeha 2020an de hatibû lidarxistin. Şeşemîn rûniştina dozê jî di 23ê Mijdara 2022an de hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye