Baroya Amedê derbarê sansura Kurdî serî li dadgehê da!

.

Baroya Diyarbekirê bi hinceta “bi eşkereyî tehrîkkirina kîn û dijminatiyê an heqaret li gel kiriye” di bernameya bi navê “Esra Erolda” ya ku li ATVyê hat weşandin de dengê mîkrofonê dema ku bi kurdî diaxivî hat qutkirin de serî li dadgehê da.

Baro di serlêdanan xwe ya dadgehê de dibêje: “Di bernameya bi navê ‘Esra Erol’da’ ya ku di ATVyê de hat weşandin de dengê weşana bi Kurdî hat qutkirin û ji ber cudakariya ziman der barê kesên têkildar me serî li dadgehê da. Nêzîkatiya heqaret, nîjadperestî, nefret û cihêkarî ya li hemberî zimanê kurdî, li gorî xala 216’an a Qanûna Cezayê ya Tirk tawan e.”

Baroyê di daxwaznameya ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye de wiha got: “Li dijî zimanê kurdî axaftin û tevgerên nijadperestî û heqaretê hatine kirin. Sûcê tehrîkkirina gel bo kîn û dijminatiyê sûcê metirsiyê ye û ji bo ku tawan çêbibe pêwîstî bi xisarê nîne. Ji ber vê yekê îhtîmala xirakirina aştiya giştî ji bo sûc bê kirin bes e. Ji bo ku ev hêman çêbibe, ne hewce ye ku metirsiyek eşkere û vekirî hebe ku aramiya giştî xera bike. Di vê çerçoveyê de, nêzîkatiya li ser zimanê kurdî, divê li gorî xala 216. a Qanûna Ceza ya Tirk, gumanbar bên darizandin û cezakirin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye