Baroya Amedê bersiva Soylu da: Em zimanê hedefgirtinê qebûl nakin

.

 Baroya Amedê bersiva gotinên, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku îro gotibû, “Dema ku parêzerên PKKê bên zîndanîkirin, wê demê li Tirkiyê tiştekî bi navê PKK dê nemîne. Ew hedef in.”

Baroya Amedê di daxuyaniyekê nivîskî de weke bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Haya me jê heye ku ev daxuyaniya Wezîrê Navxwe ya hedef nîşandinê metirsiya lêpirsîneke nû bi xwe re tîne. Em bi raya giştî re parve dikin ku em vî zimanê krîmînalîzekirin û hedefgirtina pîşeya xwe qebûl nakin.”

Baroya Amedê bi bîr xist ku Suleyman berê jî parêzer weke hedef nîşan dabûn û piştre jî 4 parêzer hatibûn girtin.

Di daxuyaniya xwe de Baroya Amedê herwiha dibêje: “Em di pêvajoyeke wisa de ne ku maf û azadiyên bingehîn bi awayekî keyfî tên destwerdan, parêzvanên mafan bi taybetî parêzer, rêxistinên pîşeyî û saziyên sivîl dibin hedefa darazê û rastî gefan tên.

Tevî her tiştî em careke din bi bîr tînin ku; Parêzer garantiya gihandina dadwerî û darizandina dadperwerane ya hemû welatiyan e, nûnertiya azad a parastina serbixwe dike, ku yek ji hêmanên damezrîner ên dadweriyê ye. Em bi raya giştî re parve dikin ku em vî zimanê krîmînalîzekirin û hedefgirtina pîşeya xwe qebûl nakin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro di civînekê de gotibû: “Dema ku parêzerên PKKê bên zîndanîkirin, wê demê li Tirkiyê tiştekî bi navê PKK dê nemîne. Ew hedef in. Ew qas zelal û berçav e. Ev ne parêzer in. Ew pîşeya parêzeriyê nakin. Mixabin pîşeya endamên rêxistina terorê dikin.”

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye