Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin

.

Barhilgirên Tirkiyeyê cara ewil e ku di ser Sûriyeyê re gihîştin Îraqê.

Bexda vê yekê wekî serkeftineke aborî dibîne, hewl dide Deriyê Rebiayê bike alternatîfa Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê.

Parlamentereke Kurd hişyariyê dide ku armanca sereke ya vê gavê "lawazkirin û têkdana Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl" ê li Herêma Kurdistanê ye.

Veguhastina transîtê dest pê kir

Yekem karwanê barhilgirên Tirkiyeyê îro gihîşt Deriyê Sînorî yê Rebiayê yê li parêzgeha Nînowayê.

Ew barhilgir ji Deriyê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatibûn.

Ev yek wekî guherîneke mezin a di liv û tevgera bazirganiya navbera Enqereyê û Bexdayê de tê dîtin.

Serokê Desteya Deriyên Sînorî yê Îraqê Omer Wailî, dîmenên vîdeoyê yên xwe yên li derî û li cem barhilgirên Tirkiyeyê belav kirin.

Omer Wailî da zanîn ku ev gav bi bernameya hikûmetê ve girêdayî ye û got:

"Îro li Deriyê Rebiayê veguhastina kel û pelan a bi şêwaza transîtê dest pê kir.

Ev yek bicihkirina siyaseta derve ya Îraqê ye ji bo xurtkirina pêwendiyên bi welatên cîran re û cihêrengkirina aboriyê."

Omer Wailî her wiha anî zimên ku di paşerojê de ev rê dê bibe beşeke girîng a "Rêya Bipêşketinê" û dê Îraqê bike navendeke lojîstîk a cîhanî.

Hişyariya li ser Deriyê Îbrahîm Xelîl

Endama Komîteya Aborî û Bazirganiyê ya Parlamentoya Îraqê Sirwe Mihemed îro li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Omer Wailî ji min re ragihandiye ku Tirkiyeyê bi xwe xwestiye Deriyê Rebiayê were vekirin da ku liv û tevgereke zêde ya bazirganiyê bixin ser vê rêyê."

Ew parlamenter wiha difikire ku ev kar "lawazkirin û têkdana Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl" ê li Zaxoyê ye.

Sirwe Mihemed hişyarî da ku ev yek dê bandoreke neyînî li aboriya Herêma Kurdistanê bike û wiha domand:

“Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de bi Bexdayê re dest bi gotûbêjan bike.

Divê ew bazirganiya ku niha li ser pergala ASYCUDAyê û gumrukan maye were parastin û ew di vî warî de li hev bikin."

Sûriye dixwaze krîzên aborî derbas bike

Her wiha, Desteya Giştî ya Benderên Bejahî û Deryayî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Sûriyeyê ragihand ku karkirina vê rêya navneteweyî dê Sûriyeyê wekî navendeke lojîstîk vegerîne ser nexşeya bazirganiyê.

Li gorî daxuyaniya aliyê Sûriyeyê, wan hêsankariyên zêde yên gumrukî kirine da ku barhilgir bê astengî ji Tirkiyeyê ber bi Îraqê ve herin.

Ev gav jî wekî hewldanekê ye ji bo derbaskirina krîzên aborî yên salên borî yên welatê wan.

Vebijêrkeke alternatîf e

Berpirsê Giştî yê Desteya Deriyên Sînorî yê Îraqê Samir Qasim Dawud roja pêncşemê ji Rûdawê re axivîbû.

Wî ragihandibû ku ev derî dê ji bo bazirganiya hinarde û hawirdeyê ya bi Tirkiyeyê re bibe vebijêrkeke alternatîf.

Berpirsê Giştî yê Desteya Deriyên Sînorî amaje pê kir ku bikaranîna axa Sûriyeyê ya ji aliyê Îraqê ve ji bo gihîştina bi Tirkiyeyê, bi şêwaza xebatê ya deriyên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Samir Qasim Dawud got, "Eger deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bibin elektronîk û bi pergala ASYCUDAyê ve werin girêdan, wê demê pêwîstiya me bi wê yekê namîne ku em di ser Sûriyeyê re bi Tirkiyeyê re bazirganiyê bikin."

Deriyê Rebiayê 120 kîlometreyî dûrî bajarê Mûsilê yê navenda parêzgeha Nînowayê ye.

Berpirsê Nahiyeya Rebiayê Fewaz Meşan 31ê Kanûna Paşîn a 2026an bal kişandibû ser girîngiya cografî ya wî deriyê sînorî ya ji bo bazirganiya navbera Tirkiye û Îraqê.

Fewaz Meşan gotibû, "Dûrahiya ji Deriyê Nisêbînê yê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê heta Nînowayê bi rêya Rebiayê tenê 180 kîlometreyî ye. Lê belê ew rêya ku niha tê bikaranîn (Deriyê Îbrahîm Xelîl) nêzîkî 300 kîlometreyî ye."

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir
Serşêwirmendê Erdogan: Divê gotina 'Kurdistan' neyê bikaranîn