Baregehên rêjîma Sûriyê yên li Heseke û Qamişlo ji aliyê HSDê ve hatin dorpêçkirin

.

Baregehên rêjîma Sûriyê yên li Heseke û Qamişlo, ji aliyê hêzên HSD û asayişê ve, weke bersiveke li hember dorpêçkirina taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê (taxên Kurdan), hatin dorpêçkirin.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn û piraniya wan Kurd in û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne.

Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê, ji roja 13 Adara îsal ve xalên pişkinînê danîne û ew her du tax dorpêç kirine û rê nadin sotemenî û madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin û xelk di rewşeke gelekî zehmet de dimînin.

Wek bersivekê li ser vê dorpêça Eşrefiye û Şêx Meqsûd, ev çend roj e alozî li Qamişlo Hesekê di navbera hêzên HSDê û asayişê ji aliyekî û hêzên rêjîma Sûriyê de derketiye. Hêzên HSDê û asayişê jî baregehên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Heseke dorpêç kirine.

Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl ji medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê re daye zanîn, ji ber dorpêça HSDê, êdî madeyên xwarinê derbasî deverên wan nabin, madeyên li cem embarkirî bûn jî êdî ber bi nemanê ve diçin û ew niha di rewşeke xerap de ne.

Di berdewamiyê de Parêzgarê Hesekê destnîşan kir, niha hêzên Rûsî ji bo çareserkirina rewşê û rakirina dorpêçê, navbênkariyê di navbera wan û HSDê de dikin.

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê