Baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrazorê hat armanckirin

.

Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkî ragihand, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha leşkerî ya Konîko li gundewarê Dêrazorê bi mûşekekê hatiye armanckirin.

Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkî di daxuyaniyeke kurt de tekez kirin ku êrîşa ku ew baregeh kiriye armanc, tê de ziyanên mirovî û ziyanên madî nebûn. Diyar kir ku êrîş duhî demjimêr 5:51 bi dema xwecihî li Sûriyê pêk hatiye.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya ku li binkeya kêlgeha gazê Konîko bi cih bûne, dronek ku tê pêşbînîkirin a milîsên Îranî be, li gundê El-Tabiya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê xistin xwarê.

Got jî, di vê çarçoveyê de baloneke Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şopandina rewşê li asmanê herêmê firiya, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ketin rewşa amadebaşiyê.

Roja 24ê Adara borî Pentagonê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû, di êrîşa dronekê li ser baregeheke Amerîkî li parêzgeha Hesekê de, belênderekî Amerîkî hat kuştin û pênc serbaz û belênderekî din jî birîndar bûn.

Pentagonê her wiha diyar kir ku di êrîşên asmanî yên Amerîkayê yên tolhildanê de li ser du navendên girêdayî Îranê li Sûriyê de, 8 çekdarên milîsanên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’