Baregeheke Heşda Şeibî li Bexdayê hat bombebarankirin

.

Dronekê baregeha Tevgera Nûceba ya ser bi Heşda Şeibî ve kir armanc û di encamê de 2 serkirde hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, îro danê nîvro, dronekê baregeha Tevgera Nûceba ya ser bi Heşda Şeibî ve li kolana Filistîn a Bexdayê kire armanc.

Medyaya nêzîkî Heşda Şeibî dibêjin, ev êrîş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin û tê de du serkirdeyên wê tevgerê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku yek ji wan kuştiyan, Fermandarê Lîwaya 12 a Tevgera Nûceba Ebû Teqî ye û 6 çekdarên din jî birîndar bûne.

Kovara Amerîkî “Newsweek” di dawiya meha borî de hişyariyeke nû ya rasterast ya Tevgera El-Nuceba ya Iraqê ji Serokê Amerîka Joe Biden re belav kiribû ku tê de bang li wî kir ku hêzên Amerîkî ji herêmê vekişîne, yan jî dê leşkerêm Amerîkî perçeperçeyî ji malbatên xwe re vegerin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle