Baregeha Barzanî, nûçeyên nerast pûç derxistin

.

Baregeha Barzanî, li ser hinek beşên medyaya Iraqî û Kurdistanî daxuyaniyek da û nûçeyên ne rast ên di derbarê sarbûna têkiliyên Serok Barzanî û Muqteda Sadr de pûç derxistin.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat gotin ku “Beşeke ji medyaya Iraqî û Kurdistanî, nûçeyeke nerast belav kirine ku qaşo Muqteda Sadr bersiva telefona Serok Mesûd Barzanî nade. Ev nûçe û agahî ne rast in lewra navbera Serok Barzanî û Muqteda Sadr gelek baş e. Yên ku nûçeyên bêbingeh parve dikin, armanca wan veşartina şikestin û paşveketina xwe ya ji piroseya siyasî ye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heger di demên dawîn de liv û tevgera siyasî kêm be jî ev ji ber meha Remezanê ya pîroz e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle