Baregeha Barzanî: Navê kes û aliyan li cem Serok Barzanî girîng nîne

.

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û ragihand, li hejmarek ragihandin û medyayê, wisa belav bûye ku li ser mijara proseya siyasî û navê namzetên serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê, Serok Barzanî peyamên cuda ji bo serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê şandiye. Baregeha Barzanî eşkere dike ku ev îdia ji rastiyê dûr e û ti bingeha wê tune ye.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye diyarkirin: “Li hejmarek ragihandin û medyayê, wisa belav bûye ku li ser mijara proseya siyasî û navê namzetên serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê, Serok Barzanî peyamên cuda ji bo serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê şandiye.”

Baregeha Barzanî eşkere dike: “Em li vir ji bo hemû aliyan radigihînin ku ew nûçe ji rastiyê dûr e û ti bingeha wê tune ye.”

Herwiha destnîşan dike: “Tevî vê yekê jî, em tekezî ki ser wê yekê ku di proseya siyasî ya Iraqê û hikûmeta bê de, navê kes û alî li cem Serok Barzanî girîng nîne, lê cîbicîkirina destûrê û bernameya hikûmeta bê ya Iraqê girîng e, ku ew bername divê li ser bingeha her sê prensîpên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê be.”

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin