Baregeha Barzanî êrîşa Tirkiyê bi tundî şermezar kir

.

 Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê topbarana Tirkiyê ya li devera geştiyariyê ya Perexê ya li sînorê Zaxo şermezar kir û da zanîn, şehîd û birîndarkirina welatiyên sivîl û bêtawan ji hêla her hêz û aliyek be û li jêr her hincet û bahaneyek be, tawan e û nayê qebûlkirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Divê sînorek were danîn ku bûyerên bi vê şêweyê dubare nebin û êdî welatiyên me nebin qurbaniya milmilanî û şerê navbera hêz û aliyekî din. Dema wê yekê hatiye ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal bi hevahengiya ligel hev, çareseriyeke cidî û bingehîn ji bo wan sedeman bibîne ku dibin sedema rûdana van tawan û karesatan.”

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke mezin ve îro li gor zanyariyên ku gihîştine me, ji ber topbarana hêzên Tirkiyê bo ser devereke geştyariyê ya Perexê ya li sînorê Zaxo, hejmarek welatiyên bêtawan şehîd û hejmarek din jî birînda bûn.

Em tevî ku vê tawanê bi tundî şermezar dikin, sersaxî li malbat û kesûkarên şehîdên vê bûyera diltezîn dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.

Em radigihînin ku şehîd û birîndarkirina welatiyên sivîl û bêtawan ji hêla her hêz û aliyek be û li jêr her hincet û bahaneyek be, tawan e û nayê qebûlkirin.

Divê sînorek were danîn ku bûyerên bi vê şêweyê dubare nebin û êdî welatiyên me nebin qurbaniya milmilanî û şerê navbera hêz û aliyekî din.

Dema wê yekê hatiye ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal bi hevahengiya ligel hev, çareseriyeke cidî û bingehîn ji bo wan sedeman bibîne, ku dibin sedema rûdana van tawan û karesatan.

Baregeha Barzanî

20ê Tîrmeha 2022yan

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt