Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin

Baregeha Barzanî destnîşan kir ku foruma îsal nekarî beşdariya aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire.

Baregeha Barzanî ragihand ku di Foruma MERIyê de nûnertiya doza gelê Kurd a li parçeyên din ên Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan nehatiye kirin.

Baregeha Barzanî li ser lidarxistina Foruma MERIyê ya 2026ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî diyar kir ku ti pêwendiyên vê forumê bi wan re nîne û rexne li kêmasiyên forumê girtin.

"Cihê mixabiniyê ye"

Baregeha Barzanî destnîşan kir ku foruma îsal nekarî beşdariya aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire.

Baregeha Barzanî li ser vê mijarê got:

"Cihê mixabiniyê ye ku vê forumê îsal nekarî di vexwendina mêvan û panelên xwe de piraliya siyasî biparêze. Her wiha nekarî beşdariya aliyên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire."

Baregehê her wiha bal kişand li ser girîngiya nûnertiya doza Kurdan û got, "Di forumeke wiha girîng de, diviyabû nûnertiya doza gelê Kurd a li parçeyên din ên Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan bihata kirin."

"Bû sedema dilgiraniyê"

Baregeha Barzanî eşkere kir ku ev nêzîkatî bûye sedema dilgiraniya xelkê û wiha pê de çû:

"Ev cure nêzîkatî bû sedema dilgiraniya xelkê têkoşer û resen ê parçeyên din ên Kurdistanê. Ev yek dibe sedema kûrkirina berbelavbûn û dubereya di navbera zarokên gelê Kurdistanê de."

Di dawiya daxuyaniyê de jî ji bo agahdarkirina raya giştî hat destnîşankirin ku ti pêwendiyên saziya MERIyê bi Baregeha Barzanî re nînin. (RN)

Siyaset Haberleri

Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin