Baran û reşebayekê Akrê û Xebat daye ber xwe

.

Rêveberê Polîsê Hawarçûnê yê navçeya Akrê ya Duhokê ji Rûdawê re ragihand, ji ber lehiyê av çûye nav zêdetirî 20 malan û beşeke tekyeya Şêx Ebdulezîz Geylanî ziyan dîtiye.

Her wiha li navçeya Xebat a Hewlêrê jî reşebayeke bihêz rabûye û baraneke gur dibariye.

Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, ji ber bahozeke xurt çend darên qedîm ji rehê xwe hilkişiyane û dîwarên çend malan jî hilweşiyane, her wiha ziyan gihîştiye Mizgefta Mezin a Beşîriyan a li Xebat.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ