Banka Navendî ya Tirkîyeyê piştî 27 mehan faîz zêde kir

.

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê Banka Navendî yekemîn civîna Komîteya Polîtîkayên Pereyan (PPK) ya serdema nû pêk anî.

Di civîna yekem da bi serokatîya Seroka Bankaya Navendî ya nû Hafize Gaye Erkanê li dar ket.

Komîteyê di civînê da piştî 27 mehan faîz bilind kir.

Rêjeya faîzê careka din 650 pûan hat zêdekirin û ji sedî 8.5an bilindî ji sedî 15an kirin.

Banka Navendî, herî dawî Adara 2021ê di serdema Nacî Agbal da rêjeya faîzê zêde kiribû.

Li şûna Agbal, Şahap Kavcîoglu hatibû tayînkirin û piştre bi biryara serokkomar Erdogan li şûna wî jî herî dawî Hafize Gaye Erkan hat wezîfedarkirin.

Kavcîoglu rêjeya faîzê ji sedî 19an daxistibû sedî 8,5an

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle