Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Xezîneyê Amerîkayê civiyan: Dolar li hember dînar bi lez daket

.

Piştî ragihandina civîna îro ya di navbera Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya li Stenbolê, dînarê Iraqê li hember dolar bilind bû.

Şanda Banka Navendî ya Iraqê bi serokatiya Elî Mohsên Îsmaîl îro Înê li Tirkiyê bi Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Brian Nielsen û şanda pê re civiya.

Piştî civînê Banka Navendî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo bidestxistina aramiyê di pevguhertina dirav li Iraqê û mekanîzmayên pêwendiyê hat gotûbêjkirin.

Piştî vê daxuyaniyê dînarê Îraqî li hember dolarê Amerîkî bilind bû û di demeke kurt de 100 dolar gihîşte 163 hezar dînaran ku roja Pêncşemê 100 dolar bi 175 hezar dînaran bû.

Berdevkê Bazara Dolar a Silêmaniyê Cebar Goran di demjimêr 22:45an de ji Rûdawê re ragihand, nirxê dolarê Amerîkî li hember dînarê Iraqê bû 164 hezar dînar bo 100 dolarê Amerîkî.

Nûçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle